Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Mehdî Êrîşên Esmanî yên Amerîkî Şermezar Kir


Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî îro Duşemê êrîşên esmanî yên Amerîkî yên hember mîlîşayên Îraqî şermezar kir.

“Serokwezîr êrîşa Amerîkî ya dijî hêzên çekdarî yên Îraqî wek kiryareke hovane ya nepejirandî bi nav dike ku dikare bibe sedema encamên nedaxwazkirî û nepêşbînîkirî,” ofîsa Mehdî ragihand.

Wî bang li desthilatdarên Îraqî kir ku pêşî li êrîşên wî rengî bigirin ku Îraq nebe qada şerê herêmî û navnetewî.

Di êrîşên esmanî yên Amerîkî yên dijî hêza Ketayîb Hîzbulah de herî kêm 25 kes li Îraqê û Sûrîyê hatibûn kuştin û 55 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG