Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehdî Dibêje Divê Îraq û Amerîka di Mijara Vekişîna Hêzên Leşkerî de Hevkarî Bikin


Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî îro Duşemê bi balyozê Amerîkî yê li Bexda Matthew Tueller re, ser biryara parlamanê ya vekişîna hêzên Amerîkî û yên bîyanî ji Îraqê hevdîtinek pek anî.

“Serokwezîr Mehdî, di mijara cîhanîna vekişîna hêzên bîyanî ya parlamanê de, bal kişand ser girîngîya hevkarîya dualî."

Wî herwiha got ku pêdivî ye peywendîya Îraqê ya ligel Amerîka li ser bingehên qayim were danîn,” daxuyanîya ofîsa Mehdî got.

Mehdî bir berdewamî dîyar kir ku rewşa niha li Îraqê xeter e û encamên wê dikarin rê li ber qewimandinên girîng vekin.

“Loma Îraq hemî tiştên pêdivî dike ku ew rewşa heyî neqilupe şerekî herêmî,” Mehdî di dawîya daxuyanîyê de got.

XS
SM
MD
LG