Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

M.Ezîz Şakir: Min Bi Dilsozî Sitranên Kurdî Got û Pir Serferaz Im


Ser dengî hunermend Mehmûd Ezîz, nifişekî mezin ji keç û xortên kurdan mezin bûn û çavê xwe li jiyanê vekirin.

Bi sitranên M. Ezîz yên rengîn, mirov herdem rastî buharê tê û ciwaniya Kurdistanê.

M. Ezîz di sala 1950î de li bajarokê Dirbêsiyê ji dayik bû.

Di sala 1963an de, girêdana wî bi mûzîkê çêbû, ku bi xizanî amûrên mûzîkî bi biryarê xwe Mihemd Elî Şakir re çêdikirin.

Di destpêka wî de, li bilûra kurdî dida, lê di sala 1963an de Udek ji mamostayê gund kirî, û bi biryê xwe re dest bi fêrbûna wê kirin.

Di sala 1968an de, helbestvanê navdar Bêbuhar- Yûsif Berazî dibîne û ji wê demê ve , êdî jiyana wî tê guhertin û dest bi sitrana kurdî ya taybet dike, bi sitrana : Gulîzer, Şîn bû Rîhan, Te dilê min bir lê Canê, ku ew ji gotin û awazên Bêbûhar bûn.

Her wiha birayê wî Mihemed Elî, êdî bû kaniyek serekî ji sitran û awazên Mehmûd Ezîz, û ta roja îro, herdû bira sitrana kurdî geş û zengîn kirin.

M. Ezîz gelek sitranên xwe li êzga Bexdadê tomar kiribûn, di salên 1970an de û stêrka wî li ezmanê mûzî û strana kurdî geş bû.

Ji aliyekî din ve, li Beyrûtê, paytexta Libnanê, koma Serkeftin damezrand, û li kêleka hunermed Seîd Yûsif, Mihemed Şêxo, Remdan Necim Omerî, Şêrîn ...û hinî din karekî bi nerx û balkêş kirin ku sitrana kurdî ya resen bi cemawerên erebî dan nasîn.

M. Ezîz di gelek qûnaxan re derbas bûye, û bi sedên sitanên netewî, evînî, pêşkêşî gelê kurd kir.

Di gelek caran de mafê vî hunermendê mezin hatiye xwarin, û berhemên wî bi awayekî rast û durist nehatiye nerxandin.

Nuha ew li herêma Kurdistanê, bajarê Hewlêrê dijî.

Hinek ji sitanên wî:

Perwîn, Hebs û Zindan, Gewrê, Gava li me hat Eyd û Erefat, Xwediya Kezî, Rêwiyo.......

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:15 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:17:52 0:00

XS
SM
MD
LG