Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meksîko Dijî Koçberîya Neqanûnî Hin Hêzên Nû li Sînorê Amerîka bi Cîh Dike


Meksîko bo rê li ber koçberîya neqanûnî ya ber bi Amerîka ve bigire li sînor 15,000 karbidestên ewlekarîyê bi cîh kirin.

Wezîrê Berevanî yê Meksîko Luis Cresencio Sanvodal dîyar kir ku wan karbidestên ewlekarîyê li sînorê Amerîka û li sînorê Guatemala bi cîh kirine.

Hêzeke bi qasî 6500 kes dê li sînorê Guatemala bixebite.

Serokê Amerîka Donald Trump, Meksîko demeke dirêj ser koçberîya neqanûnî hişyar kiribû û herî dawî gotibû ger tedbîr neyên sitandin ewê bacên gumrukê zêde bike.

Her sal, bi taybetî hemwelatîyên Guatemal, Honduras, El Salvador jiber kêşeyên tundûtûjîyê û feqîrîyê hewil didin ku di ser Meksîko re derbazî Amerîka bibin.

XS
SM
MD
LG