Wezîrê Derve yê Meksîko Marcelo Ebrard dîyar kir ku ewê vê hefteyê bi şandeya Amerîkî re, ser qaçaxçitîya çekan û danûstandinên din yên bo ewlekarîyê roja Înê civînê çêkin.
Di şandeya Amerîkî de, Wezîrê Derve Antony Blinken, Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas û Serdozger Merrick Garland hene.
Ebrard dîyar kir ku divê ew edî plana Amerîka û Meksîko ya ser xerckirinên leşkerî, Hewildana Merida li dû xwe bihêlin û bo hevkarîya ewlekarîyê planeke rind çêkin.
Wî da zanîn ku yek ji armanca wan ya sereke kêmkirina tundûtûjîya li Meksîko ye û got ku ew dixwazin bi Amerîka re ser alîkarîya dadgehî danûstandinê bikin.