Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Meleyekî Piştevanê Rejîmê li Helebê Dikujin


Serhildayên Sûrî meleyekî Sunnî yê piştgirê rejîmê li bajarê Helebê kuşt û dû re jî meyta wî perçe kir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan û medyaya dewletê îro Şemîyê ragihandin ku Şêx Hasan Seyfeddîn, meleyê mizgefteke li bakurê Helebê, ji alîyê serhildayan ve li taxa Şêx Maqsud hate kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha ragihand ku serhildayan termê Seyfeddîn li kolana gerandin û nîşanî rûniştvanan kirin.

Ew kiryara hovane çend roj piştî kuştina îmamê mizgefta Şamê, Mihemed El Botî qewimî ku êrîşvanekî xwekuj xwe peqandibû û ligel Botî bi dehan kesên din jî kuştibû.

Serokê Sûrî Beşar Esed roja Înîyê soz da ku ewê welêt ji tundrêyan paqij bikin.
XS
SM
MD
LG