Walîtîya Meletî ragihand ku avahîyeke sê qatî ku di erdhejên 6’ê Şubatê de bi giranî zarar dîtibû, îro Înê hilweşî.
Daxuyanîya walîtîya Meletî dîyar kir ku li hindurê avahîya li taxa Battalgazî 4 kes hebûn ku hewil didan derîyên malan derxînin.
“Di dema hilweşîna avahîyê de 4 kesên ku tiştên kevin û paşmayîyên xanîyên rûxandî dicivandin hebûn û 3 ji wan karîbûn ji avahîyê birevin, lê yek ji wan mixabin li bin kavilan e. Xebatên me didomin ku wî kesî bifilitînin.”
Walîtîya Meletî hişyarî da hemwelatîyan ku jiber çi sedemê be bila bibe, ji avahîyên zarardîti dûr bisekinin.
“Li bajarê me nêzî 35 hezar avahîyên wiha bi giranî zîyandîtî hene. Divê ti kes nêzîkî wan bînayan nebe jiber ku di lerizîneke sivik de jî ew avahî hildiweşin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku di erdhejên 6’ê Sîbatê li bajarên Mereş, Semsûr, Entab, Ruha, Amed, Edene, Osmanîye, Hatay, Kîlîs, Meletî û Elezîzê bandor li ser jîyana pirtir j 13,5 mîlyon kesan kiribû.
Di eredhejên ku navendên wê bajarokên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê bûn, pirtir ji 50 hezar kes li 10 bajaran miribûn û nêzî 60 hezar avahî hilweşîbûn.