Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meloni Bang li NATO Dike ku Dijî Rûsya Baskê Başûr Xurt Bike


Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni îro Pêncşemê got ku divê NATO bala xwe bi awayekî hîn xurtir bide ser başûr û Afrîqa.

Meloni dîyar kir ku jiber hilweşîna rejîma Sûrîyê, ku hevbenda Rûsya bû, Moskow dikare hebûna xwe ya li rojhilata Lîbya zêdetir bike.

Li Sûrîyê bingeh û hêzên deryayî yên Rûsya hene û bi ketina Beşar Esed re rewşa Rûsya ya li Rojhilata Navîn û Deryaya Sipî ketiye halekî ne zelal.

Meloni got ku ew du sal in balê dikişîne ser hebûna Rûsya ya li Afrîqa û dîyar kir ku ew bang li NATO dike ku xwe li herêmê xurt bike.

‘’Me bala xwe pir daye ser baskê rojhilat û me hay jê tuneye ku hemî baskên din, bi taybetî jî ya başûr ji alîyê potansîyelê ve di kêmahîyê de ye.’’

Kremlînê meha borî gotibû ku ew bi rêvebirên nû yên Sûrîyê re ser bingehên xwe danûstandinê dike û ewê ji wî welatî venekişe, lê Îtalya ketiye xeman ku Moskow hebûna xwe ya li herêmên din xurt bike.

Meloni dîyar kir ku bi ketina rejîma Esad re Rûsya li herêmên din yên deryayî digere û ji wan herêman yek jî dikare Sirenayka be.

Sirenayka (Cyrenaica) li rojhilata Lîbya ye û ew di bin kontrola Artêşa Neteweyî ya Lîbya (LNA) ya Xelîfe Hafter de ye ku wî peywendîyên xwe yên bi Kremlîn re pêşve birine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG