Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî di Roja Leşkerên Congorî de Canfêdayên Xwe Bîr Tînin


Îro li Amerîka Roja Leşkerên Congorî (Memorial Day) e û jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, tên bi bîranîn.

Di vê roja bêhnvedana federalî de, ku ji sala 1918'an vir ve tê pîroz kirin, gelek bernameyên taybet tên darxistin û bal li ser fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên kişandin.

Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî buhayekî erzan xizmet didin malbatên leşkerên cangorî û gazîyên Amerîkî.

Lê, îsal jiber belavbûna vîrusa korona bernameyên girseyî nayên pêk anîn.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitterê peyameke taybet weşand û got ku cîhê cangorîyên Amerîkî nayên dagirtin, fedakarîyên wan ti car nayê beramber kirin û ewê tim werin bibîranîn.

XS
SM
MD
LG