Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Menendez: “Divê Amerîka Piştgirîya Herêma Kurdistanê Bidomîne”


Senator Bob Menendez, Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka

Senator Bob Menendez, Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka di derbarê êrîşa mûşekî ya dijî bingeheke Amerîkî ya li Herema Kurdistana Îraqê, daxuyanî yeke ragihand.

“ Ez êrîşa doh ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dikim û ji malbatên karmendê Amerîkî yê ku hatîye kuştin û ji hêzê Amerîkî û karmendên din yên birîndar bûne re sersaxîyê dişînim, ” Menendez got.

Menendez dîyar kir ku ev êrişa dawî ev êrişa dawî girîngîya hevkarîya ewlehîyê ya xurt ya di navbera Hêzên Ewlehîya Îraqê û yên Kurdistana Iraqê de destnîşan dike.

“ Ez Amerîka teşwîq dikim ku piştgirî bide xebatên hevrêziya ewlehiyê,“ Menendez got.

Senator Menendez bi berdewamî balkişand ku gelên Îraqê jiber van kiryarên bêşerm yên şîdetê bo demeke pir dirêj êş û azar kişandin, ku ew tenê ji têkdana serwerî û aramiya neteweya wan re xizmetê dike.

“ Divê Amerîka piştgirîya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bidomîne û Serokwezîrê Îraqê Mustafa El-Kazîmî teşwîq bike da ku li ser vê êrîşê lêpirsîneke tam pêk bîne," Menendez got.


XS
SM
MD
LG