Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya Merck Dibêje Dermana Wê Nexweşên COVID-19 Baş Dike


Kompanîya Merck ya çêkirina dermanan îro Înê ragihand ku dermana wê ya COVID-19 dikare rêjeya nexweşî û mirinên ji vîrusa korona heta asta nîvê nizimtir bike.

Merck dibêje ku ezê serlêdana xwe pêşkêşî kafrbidestên Amerîkî û cîhanê bike ku destûra awarte wergire.

Ger destûr ji vê dermana nû re were dayîn, ewê bibe haba yekê ku dijî COVID-19 bi bandor be û di dermankirina wê nexweşîyê de were xebitandin.

Pisporên saxlemîyê geşbînîya xwe dîyar dikin ku ev derman dikare hewilên gerdûnî yên kontrolkirina pandemîya xurt bike.

Heta niha hemî hemî tedawîyên COVID-19 li Amerîka bi rêya serum yan derziyan têne kirin.

Pispor dîyar dikin ku ger dermaneke ku nexweş dikarin li malên xwe bixwin, rêya hêsan ya çareserkirina nexweşîyan e û barê nexweşxane û karmendên saxlemîyê jî wê gelek siviktir bike.

Dîsa, dermaneke wiha erzna dikare alîkarîya dewletên xizan bike ku bikaribin pêşî li belavbûna pandemîyê bigirin.

Merck û şîrika wê Ridgeback Biotherapeutics got ku encamên pêşîn yên testên wan nîşan da ku piştî xwarina dermana bi navê molnupiravir, rêjeya rakirina nexweşxaneyan û mirinan, di nava pênc rojan de 50 ji sedê kêmtir bûne.

XS
SM
MD
LG