Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya Merck ji bo Heba COVID-19 ya Yekê Destûra Amerîka Dixwaze


Dîmeneke ji dermanê COVID-19 ya Kompanîya dermançêkirinê ya Amerîkî, Merck & Co Inc
Dîmeneke ji dermanê COVID-19 ya Kompanîya dermançêkirinê ya Amerîkî, Merck & Co Inc

Kompanîya dermançêkirinê ya Amerîkî, Merck & Co Inc (MRK.N) roja Duşemê dîyar kir ku wê jibo destûrnameya karanîna awarte ya dermana xwe ya bo nexweşên sivik-navîn yên COVID-19 , serî li Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka, kiriye.

Destûra CDC ya bo ve dermana yekê ku mirov dikarin bixwin, dikare bibe alîkar ku dermnakirina klînîkî ya COVID-19 biguhere û nexweş li mal werin derman kirin.

Li gor pêzanînên ku di destpêka vê mehê de hatin weşandin, ev dermana di nexweşên sivik-navîn de rêjeya dermankirina li nexweşxane û mirinê ji % 50 kêm dike.

Gelek welat, tevî Malezya, Koreya Başûr û Sîngapûr, ji niha ve dixwzxin bi Merck re peymana peydakirina dermanê nû, îmza bikin.

Kompanîya dermançêkirinê jibo 1.7 mîlyon dermanan , bi Amerîkayê re peymaneke jixwe îmza kiribû.

Her wiha, kompanîya Merc jibo afirandina dermanên wekhev yên bo zêdetirî 100 welatên kêm-dahat û navîn, mafên destûrnameyê bide.


XS
SM
MD
LG