Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mêrdînê Berbijarê HDP'ê Ahmet Turk Qezenc Kir


Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya Tirkîyê ye û encamên hilbijartinê diweşîne, ragihand ku li Mêrdînê berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ahmet Turk bi ser ket.

Li gor encamên nefermî yên ajansê, li Mêrdînê heta niha 92 ji sedê sindoqan vebûne û Ahmet Turk 54.94 ji dengan sitandîye.

Li dû Ahmet Turk, berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mehmed Vejdî Kahraman tê ku wî jî di sindoqên vebûnê de 38.86 ji sedê dengan sitandîye.

Hêjayî bîrxistinê ye sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk, herî dawî bo Mêrdînê bajarvanî kiribû, lê hikûmeta Tirk li şûna wî qeyûm tayîn kiribû.

XS
SM
MD
LG