Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Red Dike ku Sîyaseta Xwe ya Penaberan Biguherîne


Serokwezîra Almanya Angela Merkel Angela îro li Berlînê dipeyîve 28, 07, 2016.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel Angela îro li Berlînê dipeyîve 28, 07, 2016.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, piştî çend êrîşên li welatê xwe, îro Pêncşemê daxwazên beravajîkirina polîtîkaya wê ya derîyê vekirî ji penaberan re red kir.

Merkel dibêje, êrîşvanan xwest ku “"ruhê me yê civakî, vekirîbûna me û heweskarîya me ya alîkarîdayîna kêsên hewcedar” tune bikin û ew “vê yekê bi zelalî red dikin.”

Wê çar êrîşên wê dawîyê li Almanya jî şermezar kir û got "ew êrîş şokdar, êşdar û behntengdar in, lê maneya wl nade ku karbidestên me kontrola ewlehîyê hinda kiriye.”

Di êrîşên ji 18ê Tîrmehê vir ve çar ji wan êrîşvan, 15 kes li Almanya hatine kuştin, bi dehan kesên din jî hatine birîndar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku sê ji çar êrîşbiran penaxwaz bûn û Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya wan êrîşan rakiribû ser xwe.

XS
SM
MD
LG