Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Hollande Banga Yekmayîna Ewrupa Dikin


Hollande û Merkel (Arşîv)

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Fransa Francois Hollande îro Înê bal kişand ser girîngîya yekmayîna Ewrupa, di vê demê de nerazîbûnên hember Yekîtîya Ewrupa li nav welatên endam de zêde dibin.

"Ewrupa niha rûbirûyê dijwarîyên mezin yên navxeyî û derveyî ye û jibo çareserkirina wan pirsgirêkan dive em bi hevre bixebitin," Merkelê di preskonferansa hevbeş de got.

Wê bi berdewamî bal kişand ku bo Yekîtîya Ewrupa û serkeftinên wan û nirxên wan yên wek lîberal û demokratîk pêgirîyeke zelal û hevbeş ya pêdivî ye.

Hollande jî kêşeya bilindbûna nîjadperestî û hêstên dijî bîyanîyan wek gefa herî mezin ya dijî Yekîtîya Ewrupa bi nav kir.

"Mirov rastîyê bêje, gefên ser Yekîtîya Ewrupa tenê ji dervayê nayên, her wiha ji hindur jî tên. Wateya wê ev e ku tundrê faktorên derve bi kar tînin ku alozî û pirsgirêkên navxweyî çêkin.," Hollande got.

XS
SM
MD
LG