Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Operasyona Tirkîyê ya Ser Efrînê bi Tundî Şermezar Dike


Peykera Kawayê Hesinkar ji alîyê komên ser bi Tirkîyê ve hat rûxandin
Peykera Kawayê Hesinkar ji alîyê komên ser bi Tirkîyê ve hat rûxandin

Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Çarşemê operasyona Tirkîyê ya ser Efrînê bi tundî rexne kir û êrîşên berdewam yên ser Guta şermezar kir.

Merkel ku li civata jêrîn ya parlemana Almanî peyîvî, got ku hikûmeta Almanî êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî li ser Gutaya rojhilat şermezar dike.

Derheqa rewşa Efrînê, Merkel got ku tevî hebûna xemên ewlekarîya netewî, kiryarên Tirkîyê nayên qebûl kirin.

“Ez bi zimanê herî xurt kiryarên Tirkîyê li Efrînê şermezar dikim,” Merkel got.

XS
SM
MD
LG