Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Emê Vegerandina Cezayîrîyên Neqanûnî li Almanya Bilezînin


Angela Merkel û Ahmed Ouyahia

Seroka Almanya Angela Merkel îro Duşemê di dema serdana Cezayîrê de got ku Almanya û Cezayîr li hin rêbazan digerin ku vegerandina Cezayîrîyên neqanûnî li Almanya bilezînin.

Piştî ku nêzî mîlyoneke penaber di 2015'an de giheştin Almanya, hikûmeta Merkel hewil dide ku jibo peyvajoya vegerandina penaxwazên ku serîlêdana wan hatiyê red kirin, leztir bike.

Pirsgirêka Cezayîrîyên neqanûnî li Almanya baldarîyêke taybet kişandibû ser xwe, piştî ku Anis Amri yê Tûnisî di Berfanbara 2016'an de li Berlînê êrîşêk li diji bazara Noelê pêk anîbû û 12 kes kuştibûn.

Dersînorkirina Amri ji Almanya bi dereng ketibû, jiber ku pasaporta wî tunebû.

Ew yek bûbû sedema bêzarbûna karbidestên Almanî jiber ku balyozxaneyên Tûnisî, Cezayîrî û Fasî xemsar bûn ku alîkarîya wan bikin.

“Em jibo vegerandina kesên ku ti mafê wan ya mayînê nemane, bo dîtina pirtir rêbazên bi bandor axifîn,” Merkel di serdana xwe ya yekrojî de, wek bersîva pirsekê got.

Serokwezîrê Cezayîrê Ahmed Ouyahia jî got ku hikûmeta wî dixwaze ku

pirsgirêken Cezayîrîyên ku li benda vegerandinê ne, di demeke lezgîn de çareser bike û bo we ji nasnameyên wan kesan pêdivî ye.

Wî got ku Cezayîr xêrhatina zarokên xwe dike û teknolojîya dîjîtal ya nû, naskirina nasnameyan hêsantir dike.

Çapemenîya Almanî ragihand ku hejmara penaberên Cezayirî yên serilêdana wan hatiyê red kirin û ji Almanya hatinê derxistin di sala 2017'an de gihiştîyê 504 kesan ku ew hejmara di 2015'an de 57 bû.

Almanya dixwaze ku Cezayîre ji mîna Tûnis û Fasê wek welatekî ewle dîyar bike ku derxistina penaberan ji Almanya hesentîr be.

Karbidestên Almanî dibêjin ku nêzî 3700 Cezayîrî li benda vegerandina welatê xwe ne.

Hêjayî balkişandinê ye ku tenê kêmtirî % 2 penaxwazên Cezayîrî yên li Almanya statuya kesên parastî bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG