Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Dibêje Kuştinkarîya bi Qamyonê Kiryareke Terorîstî Ye


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dibêje ew bawer dikin ku bûyera kuştinkarîya qamyonê ku 12 kes li Berlînê kuştin û nêzî 50 kesên din jî birîndar kirin, kiryareke terorîstî ye.

Derengîya Duşemê zimalekî bi qamyonê ketibû nav bazareke şenîbar ya dervayê dêra Kaiser Wilhelm, di wê demê de ku girseya amade bi kincên ferhengî Krîstmis pîroz dikir.

Ajotvan ji cîhê bûyerê revîbû, lê du kîlometre dûrtir hatibû desteser kirin.

Wezîrê Navxweyî Thomas de Maiziere gotibû ku berguman penaxwazekî Pakistanî ye, lê wî red kir ku ti rola wî di êrîşê de heye.

Merkel got ku eger kesekî penaxwaz yan penaber kiryareke wiha kiribe, wê bo me hemîyan rewşeke pir dijwar be.

XS
SM
MD
LG