Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Biden li Hev Dikin ku Hevkarîya Dijî Vîrusa Korona Xurt Bikin


Biden û Merkel, 2013
Biden û Merkel, 2013

Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi rêka telefonê bi Serokê Amerîka Joe Biden re axifî û ew jiber karê wî yê nû pîroz kir.

Berdevikê hikûmeta Almanya Steffen Seibert dîyar kir ku Merkel û Biden li hev kirine ku ew bo têkbirina şewba vîrusa korona hevkarîyeke xurt bikin.

Her du rêber ser mijarên wek sîyaseta li Afganistan, Îran û guherîna îqlimê jî peyivîne.

Merkel dîyar kiriye ku ew jiber ku rêvebirîya nû ya Amerîka biryar daye ku Washington li Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û Peymana Îqlimê ya Parîsê vegerin kêfxweş bûye.

Xanim Merkel, Biden vexwendiye Almanya û ji Biden re gotiye ku bi qasî ku şertên pandemîyê rê bidin, ew here welatê wan.

Joe Biden hefteya borî, roja Çarşemê sond xwaribû û dest bi seroktîyê kiribû.

Biden roja Înê bi Serokê Kanada Justin Trudeau û Serokê Meksîko Manuel Lopez Obrador, roja Şemîyê bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û roja Yekşemê jî bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re bi rêka telefonê peyivîbû.

XS
SM
MD
LG