Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Süddeutsche Zeitung: Merkel jibo Peymana Penaberan Tê Tirkîyê


Medya Almanî radigihîne ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jibo paşeroja Peymana Penaberan bi fikar e û ewê di meha yekê de li ser vê mijarê serêdana Tirkîyê bike.

Li gorî îdaya Rojnameya Süddeutsche Zeitung,krîza penaberan, pêşketinên li Sûrîyê, herwiha şandina leşkeran mijarên serekî yên hevdîtina Merkel û Erdogan bin.

Süddeutsche Zeitung bi berdewamî ragihand ku zêdebûna hejmara penaberan li sînorê Tirkîyê û Sûrîyê û herwiha li giravên Yunanîstanê sedemên xemên Merkelê ne.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî êrîşên esmanî yên li ser Îdlîbê hişyar kiribû ku Tirkiye bi serê xwe nikare di bin barê pêleke nû ya penaberan rabe.

Neteweyên Yekbûyî îro Înê ragihandibû ku piştî destpêbûna operasyona hikûmeta Sûrî û êrîşên esmanî yên Rûsî, di nav vê mehê de 235,000 sivîlên Îdlibî ji malên xwe revîne û ber bi kampên tixubê Tirkîyê çûne.

XS
SM
MD
LG