Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Hewil Dide Gumanên Ser Vaksîna AstraZeneca Pûç Bike


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku ewê vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca bo kesên temenên wan 65 û ji wê mezintir jî bikar bînin.

Komîsyona vaksînan ya li Almanya dabû zanîn ku divê vaksîna AstraZeneca bo kesên 65 salî û ji wê temenê mezintir neyê karanîn.

Wê komîsyonê dîyar kiribû ku jiber ku wan ser bandora vaksînê ya bo kesên temenên wan ji 65an zêdetir ti agahî nedîtiye, pêşnîyazeke wisa kiriye.

Jiber pêşnîyaza wê komîsyonan li bîragiştî ya Almanya guman çêbûbûn û hin welatîyan karanîna vaksînê red kiribûn.

Merkel dîyar kir ku agahîyên dawî yên di destê wan de raber dikin ku vaksîn AstraZeneca dikare bo hemî kesan were karanîn.

Yekîtîya Ewrupa (YE) di meha Berfanbarê de ragihandibû ku vaksîna Oxofrd - AstraZeneca li temenmezinan jî tê.

Lê, komîsyonên vaksînan yên li Fransa, Belçîka û Îtalya bi guman li wê pêşnîyaza YE’ê nihêrîbûn.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di meha Rêbendanê de gotibû ku vaksîna AstraZeneca bo temenmezinan ‘’hema bêje bêbandor’’ e.

XS
SM
MD
LG