Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Ez Piştgirîya Yekîtîya Axa Îraqê Dikim


Serokwezîra Almanya Angela Merkel da zanîn ku ew piştgirîya fikra serxwebûna Kurdistanê nake.

Merkel di civîneke bi xwendevanan re dîyar kir ku ew alîgirê yekîtîya axa Îraqê ye.

‘’Li gor min avabûna dewleteke serbixwe ya Kurdan kêrî aştîya herêmê nayê,’’ Merkel got.

Wê bi berdewamî bal kişand ser xweserîyê û da zanîn ku Kurdên li Îraqê dijîn divê di wekhevîyê de bijîn.

Herêma Kurdistana Îraqê di 2017’an de referandumê serxwebûnê li dar xistibû.

Di referandumê de 92 ji sedê kesên deng dabûn piştgirîya serxwebûnê kiribûn, lê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îraqê referandum red kiribû.

XS
SM
MD
LG