Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Testa Pêşîn ya Merkel Neyenî Derket


Angela Merkel

Berdevkê hikûmeta Almanî îro Duşemê ragihand ku testa seratayî ya Serokwezîr Angela Merkel negatîf derket, lê ewê hîn testên din jî bike.

Cîgirê Merkelê, Olaf Scholz got ku Merkel saxlem e, lê ew ji malê dixebite.

Merkel ku 65 salî ye roja Yekşemê ketibû bin karantînayê, piştî ku wê bijîjkekî pêketîya vîrusa korona dîtibû.

Wê roja Înê danê êvarê derzîyek li dijî zature (nîmonya), ku bakterîyek dibe sedema wê, li xwe dabû û xwe li malê hêlabû, piştî ku wê zanî ku testên doktorê wê pozîtîf derketiye.

Merkelê sala borî di çend çalakîyên civakî da lerizî bû û ew jî bûbû sedema spekûlasyonên derheqa tendirustiya wê.

Wê Tîrmeha borî piştî çend lerîzînan ji nûçeginan re gotibû ku ew berpirsîya nivîsgeha xwe dizane û ew ji tendirustiya xwe hişyar e.

XS
SM
MD
LG