Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Hember Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona Hişyarî Dide


Serokwezîra Almanya Angela Merkel ser sistbûna tedbîrên dijî vîrusa korona hişyarî da.

Xanim Merkel dîyar kir ku di vê qonaxê de divê ti kes bi lezûbez tevnegere.

‘’Divê tek kêlîyekê be jî hestên ewlebûnê çênebin, divê em bi tedbîr bin û bi dîsiplin tevbigerin’’ Merkel got.

Wê dîyar kir ku ger ew bi baldarî tevnegerin ewê pêşketinên di têkoşîna dijî vîrusa korona de pûç bibin.

Nûnerên hikûmeta Almanya hefteya borî biryar dabûn ku tedbîrên dijî vîrusa korona sist bikin.

Di qonaxa pêşî de, îro Duşemê hin firoşgeh û dikan vebûn lê kafe û restoran hîn jî girtî ne.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Almanya heta niha 4642 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG