Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Hember Dawînebûna Koronayê Hişyarî Dide


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Çarşemê got ku hikûmeta federal ji nêzîk ve çavdêrîya vîrusa koronayê dike, lê berpirsîya pratîkî li ser milê 16 eyaletan e.

Wê li dijî belavbûna vîrusê hişyarî da û got ku divê berê vê vîrusê were girtin.

Merkel bi serokên eyaletên rojhilata Almanya, ku berê Komunîst bûn, hevdîtinek çêkir ku daxwaza sistkirina bergirîyên dijî korona dikin.

Serokwezîr Merkel hişyarî da ku hêşta krîz bi dawî nebûye. "Korona bi dawî nebûye. Kontrola me baştir e lê vîrus hîn jî li vir e.”

Wê got ku pêwîst e ku hikûmeta navendî li ser pirsên bingehîn bi eyaletan re li hev bike. “Niha rola eyaletan mezintir e. Hejmarên dawî me bextîyar dike û berpirsî piranî dikeve ser milê eyalatan. Herêmên cûda pêwîst e biryara alîkarîyê, dibistanan û paqijîyê bi xwe bidin.”

Merkelê herwiha got ku ew hemî deman amade ye ku bi eyaletan re biaxive.

Jiber ku hejmara pêketîyên vîrusa korona nizimtir bûye, Almanyayê bergirîyên dijî belavbûna vîrusa korona sist kirine, lê niha sîyasetvanên herêmên curbicur li hev nakin ka asta sistkirinê çawa be.

Merkel, ku bi xwe zanist e, hişyarîya dijî koronayê dubare kir.

"Em hîn di destpêka pandemîyê de ne. Em dizanin ku ew vîrus çend zû çêdibe û belav dibe, vêca divê em gelek hişyar bin," wê ji rojnamevanan re got.

Hêjayî balkişandinê yer ku di çend hefteyên borî de korona hin karkerên koçber yên li kargehên goşt, bawermendên li dêrekê û hin kesên ku çûnê xwaringehekê kirine armanc.

XS
SM
MD
LG