Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Macron Hilbijartinên li Ukrayna Rojhilat Şermezar Dikin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanya Angela Merkel hilbijartinên li Ukrayna Rojhilat, ku alîgirên Rûsya yên veqetînê dixwazin li dar xistin, şermezar kirin.

Her du rêberan, ku bo salvegera 100’î ya bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Yekê li Parîsê bûn, bi daxuyanîyeke hevpar dîyar kirin ku hilbijartinên li Ukrayna Rojhilat dijî qanûnê ne û ne rêwa ne.

Macron û Merkelê dan zanîn ku ‘’hilbijartinên qaşo’’ zararê didin yekîtî û hikûmranîya Ukranya.

Hilbijartinên li Luhansk û Donatskê bo pejirandina rêvebirîya demkî pêk hatin.

Serokwezîrê Ukrayna Petro Poroşenko bang li hilbijêrên li herêma rojhilat, ku piranîya wan Rûsî diaxifin, kiribû ku tevlî ‘’hilbijartinên sexte’’ nebin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka didin zanîn ku hilbijartinên li rojhilata Ukrayna dijî Peymana Minskê ne, lê Rûsya dîyar dike ku hilbijartinên li wir rêwa ne.

Artêşa Ukrayna û alîgirên serxwebûna Donetsk û Luhansk ji 2014’an vir ve şer dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku heta niha bi kêmî ve 10,000 kes di pevçûnan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG