Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron û Merkel bi Rêberên Ukrayna û Rûsya re Axifîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ser nakokîya li Ukrayna bi rêberên Ukrayna û Rûsya re axifîne.

Reutersê da zanîn ku piştî danûstandinên ser telefonê Ukrayna û Rûsya bo civîna wezîrên wan yên derve li hev kirine.

Merkel û Macron berê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy re bo çareserîya aştîyane ser Peymana Mînsk peyivîne.

Her du serok piştre bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re peyivîne û bang li wî kirine ku danûstandinên aştîyê pêşde bibe.

Li gor daxuyanîya hikûmeta Almanya, Ukrayna û Rûsya li hev kirine ku wezîrên wan yên derve bicivin.

Ukrayna ji sala 2014’an vir ve li hêrema Donbass ya li rojhilata welêt bi serhildayên bi piştgirîya Rûsya re şer dike û li gor Kîevê di pevçûnan de heta niha 14,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG