Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Ser Daxwza Erdogan Destûr Dide Darizandina Komedyenê Rexnegir


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Înê di civîna çapemenîyê de eşkere kir ku ew rê dide vekirina lêpirsîneke hember komedyenê rexnegir yê Almanî Jan Bohmermann.

Merkel dîyar kir ku dozger dikarin hember Bohmermann lêpirsînan bikin û doz li dijê wî vekin.

Wê herwiha dîyar kir ku hikûmeta wê pêşnîyareke nû amade dike ku qanûneke niha biguherîne ku haqaretkirina serokên dewletên cêhanê wek tawankarî qebûl dike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaza darizandina Bohmermann kiribû, bi sedema ku helbesta wî ew biçûk xistiye.

XS
SM
MD
LG