Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Careke Din Nabim Berbijara Serokwezîya Almanya


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Duşemê got ku ewê careke nebe namzeta seroktîya partîya xwe û gera wê ya çawan wê bibe cara dawî ya serokwezîrîya wê.

Merkel ku 64 salî ye, ji sala 2000’an vir ve seroktîya Partîya Demokratên Krîstîyan (CDU) dike û ji 2005’an vir ve serokwezîrîya Almanya bi rêve dibe.

Biryara wê piştî hilbijartina duyê ya herêmî tê ku CDU rûbirûyê şikestinên girîng dibe.

Merkel ew daxuyanî rojeke piştî encamên hilbijartinê li eyaleta Hesse da, ku CDU bû partîya yekê, lê li gor hilbijartinên 2013’an dengê wê kêmtir bû.

Hêjayî bîrxistinê yeku desthilata Merkel bi encamên xirab yên du hilbijartinên herêmî û hindakirina hevalbendekî wê wek koma parlamanê ya konservatîfan lawaztir bûye.

XS
SM
MD
LG