Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Daxuyanîyên Karbidestên Tirkîyê Rexne Dike


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Pêncşemê hişyarî da ku nêzîkbûna Tirkîyê ya hember demokrasî û serwerîya qanûnê, pirsgirêkan ji siberoja hevkarîya Enqerê ya ligel Yekîtîya Ewrupa re çêdike.

"Ev cudabîrîyên kûr girêdayî pirsên bingehîn yên bi demokrasî û serwerîya qanûnê û azadîya ramanê li Tirkîyê ne. Ew herwiha bi girtina gelek rojnamevanan peywendîdar e ku tenê bo dîyarkirina nêrînên xwe li girtîgehê ne,” Merkel li parlemana Almanî got.

Merkelê herwiha nerazîbûna tund li dijî şîroveyên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nîşan da ku gotibû ku kiryarên Almanya wek yên serdema Nazîyan e.

"Karanîna Nazîyan ya di berhevkirinê de kiryarên wan yên nemirovane siviktir dike û bê zarar nîşan dide. Divê berhevkirinên vî rengî bisekinin jiber ku ew bo peywendîyên Almanya û Tirkîyê ne baş in.”

XS
SM
MD
LG