Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel, Tirkîyê Ser Mafên Mirovan Rexne Dike


Merkel û Erdogan

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, berî hevditina bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re dîyar kir ku ew dixwazin di warê aborî de bi Tirkîyê re bixebitin, lê ewê di hevdîtinê de ser mafên mirovan jî biaxifin.

Angele Merkel got ku ‘’Li Tirkîyê mafên mirovan ne di asta ez dixwazim bibînim de ye’’ û dîyar kir ku ewê di hevdîtina bi Erdogan re derbarê hemwelatîyên Alman yên li girtîgehên Tirkîyê jî bipeyîvin.

Merkel, di civîneke pirs û bersîvan de da zanîn ku divê Almanya û Tirkîyê bo aborîyê bi hev re bixebitin û dîyar kir ku ew dê hin peymanan çêkin.

Serokwezîra Almanya got ku ewê bo Tirkîyê alîkarîta pereyan ya rasterast nekin.

Serokomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier, ser serdana Erdogan ji rojnameya RND re got ku ‘’Ew serdan ne nîşana normalbûna peywendîyan e, lê dibe ku destpêk be.’’

Erdogan, ku bo serdaneke fermî ya 3 roj li Almanya ye, dê îro Înê û sibê Şemîyê sê car bi Merkel re bicive.

XS
SM
MD
LG