Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Merkel Dê Serdana Trump Bike


Karbidestekî Amerîkî yê payabilind ji ajansa Reuters re dîyar kir ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel dê di 27'ê Nîsanê de serdana Serok Donald Trump bike.

Hikûmeta Almanya hevdîtin piştrast nekir û da zanîn ku ew kombûnan tenê ji hefteyekê pêşde radigihînin.

Serok Trump û Merkel, hefteya borî bi rêka telefonê axifîn.

Li ber e ku her du rêber di serdana Nîsanê de, ser peywendîyên bazirganîyê, nîqaşên derbarê mesrefên berevanîyê yên Almanya, peywendîyên bi Rûsya re, siberoja peymana navokî ya bi Îranê re û mijarên Rojhilata Navîn biaxifin.

XS
SM
MD
LG