Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Sûrîye bo Vegera Penaberan Hîn Ne Amade Ye


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Înê li Lubnanê got ku şertên li Sûrîyê ne bo vegera penaberan ne amade ne.

“Em dixwazin çareserî ji kêşeyên Sûrîyê re bibînin ku penaber bikaribin vegerin malên xwe ... divê ewlehî baştir be ku veger pêkan be,” Merkel di preskonferansa ligel Serokwezîrê Lubnanî Saad Harirî de, li Beyrutê got.

Almanya di bin serokwezîrîya Merkelê de bi sed hezaran penaberên Sûrî qebûl kiribûn û vê gavê, li ser mijara penaverîyê, kêşeyeke mezin di nav koalîsyona desthialtdar de heye.

Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku nêzî mîlyonek penaberên tomarkirî li Lubnanê hene ku ew jî dike çaryekê hemî nîfûsa Lubnanê.

Lê, hikûmeta Lubnanê dibêje ku mîlyon û nîvek penaber li Lubnanê û dixwaze ku ew vegerin Sûrîyê, herêmên ku êdî şer lê nemane, lê civata navnetewî dibêje bingha vegerê hîn tuneye.

Wezîrê Derve yê Lubnanê Gebran Bassil vê mehê Neteweyên Yekbûyî tawanbar kiribû ku penaberan ditirsîne û pêşî li vegera wan digire.

XS
SM
MD
LG