Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Wek Serokwezîrê Nû Hilbijart


Parlamana Herêma Kurdistanê îro Sêşemê bi 87 dengan, rêvebirê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê hilbijart.

Di dengdanê de 97 endam amade bûn û 14 parlamanter beşdarî rûniştinê nebûn.

YNK, ku hevrika serekî ya PDK’ê ye, jiber pirsgirêkên heyî dengdan boykot kir. Tevî ku di nav wan her duyan de kêşeyên dîrokî hebûn jî, ew di salên dawî de bi hevre di hikûmetê de cîh digirtin.

Mesrûr Barzanî yek jî rêvebirên payabilind yên Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye û berê jî seroktîya ajansa îstixbaratê ya Herêma Kurdistanê dikir.

Li gor qanûna bingehîn ya Herêma Kurdistanê, mehek dema Barzanî heye ku hikûmetê damêzirîne.

XS
SM
MD
LG