Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrûr Barzanî: Em Dixwazin Peywendîya Aborî bi Tirkîyê re Xurt Bikin


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, ku cara yekê wek serok serêdana Tirkîyê dike, îro li Enqerê preskonferanseke hevbeş ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu li dar xist.

Barzanî pêgirîya xwe ya hevkarîya berdewam ya navbera her du alîyan ragihand û got ku ew taybetê di warê aborî de dixwazin têkîlîyên xwe baştir bikin.

Wî herwiha got ku di civînê de rewişa bakurê Sûrîyê jî hate nirxandin ku Tirkîyê di 9ê Cotmehê de operasyonek li ser wê herêmê dabû destpê kirin.

Barzanî, wek bersîva pirseke ser îdiaya hebûna şervanên PKK’ê li Şengalê jî got ku ew herêm di bin kontrola hikûmeta navendî ye, lê ew diberya hebûna PKK’ê li Şengalê û Herêma Kurdistanê dikin.

XS
SM
MD
LG