Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrur Barzanî Navên Wezîrên Nû Pêşkeşî Parlamenê Dike


Mesrur Barzanî
Mesrur Barzanî

Mesrur Barzanî kesê destnîşankirî bo avakrina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Îraqê, îro roja Duşemê lîsta navên wezîrên kabîna 9an ya hikûmeta nû pêşkeşî parlemena herêmê kirin.

Ofîsa Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistana Îraqê ku Mesrur Barzanî Rêvebriya wê dike, îro Duşemê di ragihandinekê de bo medîyayê lîsta navên wezîrên pêşniyar kirî ragihand ku ji hersê partiyên sereke PDP, YNK û Tevgera Goran pêk tên.

Hatîye pêşniyar kirin ku Qubad Talebanî kurê Serokomarê Îraqê yê berê û sekirterê giştî yê Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK Celal Talebanî li ciyê xwe bimîne û weke cîgirê serokê hikûmetê hatiye danîn.

Li gor lîsta ragihandî, kabîna 9an ya hikûmeta Herêmê dê ji 19 wezaret, 3 wezîrên herêmî pêk bihê, û 3 jin jî di nava lîsta wezîrên pêşniyar kirî de hene.

Vala Îbrahîm seroka niha ya parlamena Herêma Kurdistana Îraqê di ragihandinekê de bang li endamên parlamenê kir bû, ji bo amadebûna civîna roja Çarşemê, lê nehatîye zelal kirin kanê ew rûniştina dê bo erê kirina kabîna hikûmetê û dengdana li ser navên wezîran be yan na.

Ji hejî bîrxistinê ye ku parlamena Herêma Kurdistanê roja 11î meha Hezîranê deng li ser pejirandina Mesur Barzanî dabû weke kesê destnîşankirî bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Îraqê û deng li ser hatbû dan, ji encama dengdanê ji koma 97 endamên amade, bi 87 dengan hatbû erê kirin.

XS
SM
MD
LG