Stêrkê futbolê yê navdar Lionel Messi, do Yekşemê bi merasîmeke girseyî bi fermî tev li tîma Inter Miami ya Lîga Futbolê ya Serekî ya Amerîkî (MLS) bû.
Di merasîma li bajarê Fort Lauderdale ya eyaleta Florida de bi hezaran kes tevîbarana boş di merasîma îmzakirinê de amade bûn û xêrhatina strêrkê Arjantînî Messi kirin.
Messi jî bi tîşorta xwe ya jimare 10 derket pêş hezkirîyên xwe ew silav kirin.
“Ez bi şabûneke mezin li vir im û pir bextewar im ku min Inter Miami bijart û ew heyecanî me ku di vê tîmê de bilîzim û piştgirîya xurtbûna vê tîmê bikim.”
Rêvebirê MLS Don Garber biryara Messi ya tevlêbûna Inter Miami pesand û got ku hatina stêrkekî mezin yê wek Messi nîşana berbiçav ya xurtbûna MLS e.
Inter Miami ragihandibû ku bi Messi re peymana bi dirêjîya 2,5 salan hate girêdan û ewê salane navbera 50 heta 60 mîlyon dolar bide wî.
Hêjayî gotinê ye ku di merasîma îmzakirina peymana fermî de, serokê tîma Inter Miami û stêrkê berê yê Îngîlîz David Beckham jî amade bû.
Pisporên futbolê bal dikşînin ku biryara Messi ya bijartina tîmeke Amerîkî hem jibo Miami hem jî bona MLS pêçveçûneke gelek mezin e û ew hêvî dikin bi hatina futbolîstekî navdar yê mîna Messi hezkirina futbolê li Amerîka zêdetir be.