Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Hamid Hilbijartinên Serokatîyê li Fransayê Dinirxîne


Di çend demjimêrên mayî de ji Roja Yekşemê, Serokê Fransa yê nû xuya dibe. Pêşbirk navbera herdu berbijaran, Francois Hollande û Nicolas Sarkozy, gihiştîye qonaxa herî dawî. Li gorî pirsnameyên her dawî, Hollande bi 5 xalan li pêş Sarkozy ye anku 52.84 beramber 48 ji sedî.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, rojnamevan Mesûd Hamid, bingeh li Parîsê, dibêje weha diyar e piranîya Fransîyan dê dengên xwe bidin berbijarê sosyalist François Hollande.

Birêz Hamid her wisa dide xuya kirin, ji ber siyasetên dijî Sarkozy dijî penaberan, piranîya van penaberan, tevî Kurdan, dengên xwe didin Hollande.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG