Rojnamevanê Kurd Mesud Aqîl ku berî çend mehan ji alîyê DAIŞê ve hatibû revandin di encama veguherîna dîlên navbera YPG û koma tundrê de li Kantona Cizirê hate berdan.
Merwan Aqîl, bavê Mesud dibêje rewça saxlemîya kurê wî baş, moralê wî jî xurt e û ewê berdewam li karê xwe yê rojnamevanîyê bidomîne.
"YPG ji sê mehan pirtir hewil dide ku kurê min û kesên din yên girtî bêne berdan. Piştî hazirîtên dirêj û navbeynkarîya kesên bi bandor û serokên eşîran ew veguherîna esîran pêk hat."
Aqîl da zanîn ku hewlên azadkirina rojnamevanê din yê girtî Ferhad Hemo jî berdewam dikin.
Vîdyoyeke kin ya ser berdana Aqîl: