Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Amadebûna Berpirsên Yekêtiya Ewrupa li Misrê Rexne Dike


Berpirsa Siyaseta derve ya YE Federica Mogherini (Ç) û Mevlut Cavusoglu (R).

Tirkiyê roja Sêşemê berpirsên Yekêtiya Ewrupa rexne kirin, piştî ku beşdariya wan di civîna Arab û Ewrupiyan de li havîngeha Şaram El-Şêx.

Tirkiye dibêje ewrupî li gor daxwaza serokê Misrê Abdulfetaha el-Sîsî li civîna Şaram el-Şêx amade bûbûn, piştî çend rojan li sêdaredana 9 kesan li Misrê.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, duserîye dema ku berpirsên Ewrupî li Misrê di civînekê de amade bibin ku li sêdaredan hene û ji Tirkiyê xwest bû ku dema hun fermana sêdaredanan bicî bînin tê wateya bêvîbûn ji endametiya Yekêtiya Ewrupa.

Çavuşoglu herwiha got" piştevaniya serokên Ewrupa ya tam bo Sîsî û amade bûna wan li ciyê ku hejmarek xurt lê şehîd kirine, ev tê wateya ku gotina me rast derdixîne dema me digot ewrupa siyaseta debil standardiyê bikar tîne".

Roja duşemê serokê Misrê Sîsî berevanî ji hewelsta Misrê kir ya bicî anîna fermana sêdaredana hejmarek tawankarên kuştina serdozgerê giştî yê Misrê. Ev yek bûbû ciyê rexneyên tûj yên berpirsên Ewrupî, lê Sîsî weke bersivdanek got bû kultura herdu herêman jihev cûda ye.

XS
SM
MD
LG