Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê li Dijî Biryara Amerîka ya li dor Girên Colanê ye


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro Duşemê got Tirkiyê pênasîna Amerîka bi serweriya Îsraîlê li girên Colanê wek tiştekî nayê pejirandin dibîne û dê kiryaran li dijî wê bike.

Wî got ew dê li Neteweyên Yekgirtî dijberiya biryarê bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê di destpêka kombûna xwe de li gel serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu, biryarek îmzekir ku tê de pênasînê bi serweriya Îsralî li girên Colanê dike.

Îsraîl girên Colan ên Sûrî di dema şerê Rojhilata Navîn ê sala 1967an de kontrol kirin û ta niha di bin destê wê de ne.

Natanyahu daxwazê ji civaka navnetewî dike ku serweriya Îsraîlê li Girên Colanê rewa bibîne.

XS
SM
MD
LG