Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje bi Neçarî Dadye Û SOHR Dibêje Mi-35 Rûsî Ketiye Xwar


Helikoptera Rûsî ya ji cûrê Mi-35 ji ber pirsgirêka teknîkî li parêzgeha Hasaka ya Bakurê Sûriyê bi neçarî dadaye. Ajansa Mediya Rûsî RIA li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê Rûsî ku Yekşemê weşamdiye dibêje"Tîma firokê bilezgînî bo erdê firokxanê hatiye veguhastin, û metirsî li ser jiyana pîlotan tin eye", herwiha dibêje, firoke rastî gulebarandinê nehatiye.

Medya dewleta Sûrî berê gotibû raport hene didin diyar kirin ku firoka Rûsî di navbera gundên Reyhaniye û Al Qasimiye yên dikevin rojavayê Til Temir li gundewarên Hasakaê ketiye xwar û pîlotek hatiye kuştin û kesên din jî, ji tîma firokê birîndar bûne, hêzên Rûsî derhal birîndar veguhastine û dest bi lêkolînên derbarê ketina firokê kirine, weke ajansa SANA pêşwext dabû diyar kirin.

Lê Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov "SOHR" ragihnad ku firoka Rûsî li herêma Haskaê ketiye xwar, li herêma ku li jêr kontrola hêzên aligirên Tirkiyê de ye, li bakurê Sûriyê.

Bûyel li nêzîkê Til Tamr çêbûye, ku nêzîkî bingehek Rûsî ye ku Moskow dewriyaên li wê derê pêk tîne di çarçoveya peymana sala 2019ê de di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêkhatbû û nobedariyên hevbeş enccam didin, ev bo sedem ku hişt Moskow bandora xwe li herêmê berfireh bike.

Rûsya hevalbenda herî bihêz ya hikûmeta Sûrî ye, wê alîkariya hikûmeta Sûrî kir heta ku hawkêşeya şerê naxwe yê Sûrî di berjewendiya hikumetê de biguherîne û piraniya erdê ji sala 2015ê di dest serhildayan de bû cardî vegerîne.

XS
SM
MD
LG