Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Biryara Parlamana Tirkîyê ya Şandina Leşkeran ji Lîbyayê re Şermezar Dike


Wezareta Derve ya Misirê îro bi daxuyanîyeke nivîskî biryara parlamana Tirkîyê ya erêkirina şandina leşkerên Tirk ji Lîbyayê re şermezar kir.

“Şandina leşkerên Tirk dikane bandoreke neyênî li aramîya herêma Derya Sipî bike,” daxuyanîyê got.

Wezareta Derve ya Misirê bang li civata navnetewî kir ku demûdest bersîvdana wê biryara Tirkîyê bide.

Parlamana Tirkîye îro bi 325 beramber 184 dengan, daxwaza Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pejirandibû û rê li ber hikûmeta wî vekiribû ku hêzên leşkerî bişîne Lîbyayê.

XS
SM
MD
LG