Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Vê Hefteyê li gel Putin û Lavrov Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîla Mike Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîla Mike Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo vê hefteyê li gel serokê Rûsya Vladimir Putin û wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov kom dibe, di demekê de ku girjî di navbera herdû welatan de bilind bûne li dor gelek mijaran, di nav de jî Venezuela, Îran û destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de.

Pompeo, wek mezinê dîplomatên Amerîkî îro Yekşemê yekem car serdana Mosko dike.

Berpirsên mezin ên Amerîka wek Pompeo û cîgirê serok Mike Pence, Rûsya tawanbar dikin ku ew li dijî serkirdeyê opozisyona Venezuelî Juan Guaido yê ku bi awakî demokratîk hatibû hilbijartin kar dike .

Rûsya piştgiriya serokê sosyalîst ê Venezuela Nicolas Maduro dike.

Amerîka Rûsya tawanbar dike ku ew hewil dide cihekî ji şûna lingê xwe re li aliyê rojavayê dunyayê çê bike.

Pompeo roja Duşemê digihe Mosko ji bo kombûna li gel dîplomatên balyozxana Amerîka li Mosko berî kombûna li gel hin karsazên Amerîkî.

Ewê her wiha gulan li ser gora Serbazê Winda deyne wek rêzhînan ji wan kesên ku li dijî rejîma Nazî şer kiribûn.

Roja Sêşemê jî Pompeo diçe Soçî ji bo axaftinên li gel Putin û Lavrov.

XS
SM
MD
LG