Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Talîbanê Êrîşî Avahîya Hikûmetê ya li Afganîstanê Dikin


Polîsên Afganî li mîlîtanên çekdar digerin.
Polîsên Afganî li mîlîtanên çekdar digerin.

Mîlîtanên çekdar êrîşî ofîsa walîyekî li rojhilata Agfanîstanê kir û kêmî ve polîsek kuşt.

Berdevkekî rêvebirîya xwecihî dibêje, bombevanên xwekuj û mîlîtanên bi çekên giran îro Pencşemê avahîya hikûmeta Paktia kire armanc, li demekê hat ku karbidestên devera Samkanî û rûsipî li avahîyê kom bibûn.

Tê ragihandin, di êrîşê de çend kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Afganî dibêjin, şerê navbêra mîlîtanan û hêzên Afganî û yên navnetewî berdewam dikin.

Talîbanê berpirsîya wê êrîşê bi sûya xwe ve girt.

XS
SM
MD
LG