Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroveya Milton Ber bi Deverên Şênîbar yên Kendava Floridayê Nêzîk Dibe


Baroveya Milton îro Çarşemê ber bi peravên Kendava Folorida ve nêzîk dibe û berî ku baroveya malwêran li erdê keve, ji rûniştvanên deverê re rojeke dawî hiştîye ku xwe bispêrin cîhên ewle.

Tirs heye ku Baroveya Milton bibe sedema bahozeke xeter û kujer.

Karbidest didine zanîn ku pirtir ji 1 mîlyon mirovên li deverên peravê bin fermanên valakirinê de ne û rêyên mezin bi mirovên ku ber bi cîhên ji behrê bilindtir direvîn, dagirtî bûn û li benzînxaneyan benzîn nemabûn.

Li heman herêmê du hefte berê Baroveya Helene ya wêranker çêbûbû ku bandorên wê yên neyênî heta niha didomin.

Pispor pêşbînî dikin ku bahoz li herêma metropol ya Tampa Bay bixe ku pirtir ji 3 mîlyon kes li wir dijîn. Tevî ku pispor dibêjin ku bahoz dikare rêya xwe biguherîne, li ber e ku ew derengîya îşev li erdê keve.

Navenda Baroveya Netewî ya Amerîkî (National Hurricane Center) Baroveya Milton weke bahozek hêzdar ya wêranker û metirsîdar bi nav kir ku di saetekê de dikare bayê bi xurtîya 260 kîlometreyan çêdike.

Navenda Baroveya Netewî bal kişand ku Milton di asta herî bilind ya ser pîvana Saffir-Simpson e anku di asta Ketegorî 5 de ye û li ber e ku rewşa hewayê ji piştî nîvro pê ve xirabtir be.

Navenda Baroveya Netewî herwiha da zanîn ku Milton ku ji alîyê Rojava ber bi rojilat ve dilive, li piranîya peravên Kendava Florida dikare heta 3 metreyan yan jî zêdetir lehîyê bîne.

Serokê Amerîka Joe Biden û Bajarvana Tampa Jane Castor jî di nav de, karbidestên netewî û xwecîhî bang li hemwelatîyan kirin ku jiber xeterîya mirinê, demûdest ji deverên bin bandora baroveyê derkevin.

Navenda Baroveya Netewî hişyarî da ku leza bayê dikare nizimtir be û Milton dakeve asta kategorîyeke lawaztir, lê berfirehbûna bahozê zêdetir dibe û her ku diçe deverên peravê pirtir dixe bin xeterîyê û Milton Pêncşem û Înê berê xwe bide alîyê rojhilat, bakurê rojhilat û rojhilata deverê.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi dehan deverên peravê di bin fermanên valakirina mecbûrî de ne ku di nava wan de devera Hillsborough County ya Tampa jî heye. Li nava devera Pinellas County bajarê St. Petersburg jî heye ku 500,000 li wirê dijîn. Dîsa, devera Lee County, ku mala 416,000 kesan e, di bin fermana valakirina mecbûrî de ne.

XS
SM
MD
LG