Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêr: Li Minbicê di Xwenîşandanan de 4 Kes Hatin Kuştin


Arşîv: Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Çavdêran roja Çarşemê dan zanîn ku li Hêzên Kurdî çar xwepêşanderên Ereb kuştin di dema nerazîbûnên li herêma Minbic ya bakurê Sûrîyê çêbûne.

Tundûtûjî di xwepêşandanên Minbicê de derket yên ku bi sedema xizmeta leşkeriyê û aloziyên jiber kirîza aborî hatî destpêkirin, ku rêveberiya Kurdan li wê herêmê xebatê dike da çareser bike.

Ev alozî derketin piştî ku çend hefteyan berê xwepêşandanên heman şêwe rûdabûn, li herêmên din yên Rêveberiya Xweser ku ji sala 2011ê, piştî derketina şerê navxweyî yê Sûriyê û heta niha ji aliyê kurdan ve tê birêve birin.

Li herêma Minbic ku piraniya rûniştvanên wê Ereb in, berî 5 salan ji aliyê Hêzên Kurdî ve ji DAIŞê hatiye rizgark irin, di 48 demjimêrên borî de ajawegêrî û xwepêşandan çêbûne di wan xwepêşandan de 4 kes hatine kuştin ku hêzên ewlekariya herêmî ya bi navê 'Asayiş'ê kontrola rewşa ewlekariya navxweyî dike.

Ev yek ji aliyê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan SOHR ku bingeha wê ya sereke li Brîtaniya dimîne hatiye piştrast kirin.

Ajansa Sûrî ya Nûçeyan SANA jî gotiye, xwepêşandanên nerazî li dij leşkeriya bi xurtî derketine ku Hêzên Sûriya Demokrat daxwaz ji kesên li herêmê dijîn dike ku beşdarî xizmeta leşkerî bibin.

Encûmena Minbic ya Leşkerî doh derbarê destpêkirina hin xwepêşandanên nerazî daxuyaniyek dabû û eşkere kirbû ku destê hin hêzên derve di wan xwepêşandan de heye û dixwazin ajawegêrî li herêmê hebe, û fermanên xwe ji derve distîne, ku daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi îşreteke zelal behsa Tirkiyê û rejîma Sûrî dike.

Herwiha daxuyaniyê kesên xwepêşander tawanbar kirine ku dixwazin pirsa leşkeriyê bikin behane bo peyda kirina bêaramî û ajawegêriyê, jiber ku 7 salin pirsa xizmeta leşkeriyê li herêmê bicî tê.

Serokê Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR, Rami Abdul Rahman got ku piştî jiyê 18 saliyê, ji hemî xortan re tê xwestin di nava rêzên Hêzên Sûriya Demokrat de dora salekê xizmeta leşkerî bikin.

Nûnerên hêzên ewlehiyê yên Asayişê û rêvebiriya Kurdî niha bi serokên eşîrên Ereb re di danûstandinê de ne, ku hewil didin aramiyê vegerînin. Çavdêriyê Sûrî got, Îro Çarşemê ti bûyereke mezin nehat ragihandin.

Ji dawiya sala 2019an ve, leşkerên Sûrî û hêzên Rûsî yên hevalbend li Manbicê cih girtine wekî beşek ji rêkeftina ku bi hêzên Kurdî re hatî kirin, ev lihevhatin di dema tirsa êrişek derveyî-sînor ya Tirkiye hatbû encam dan.

Ji hejî bîrxistinê ye ku meha borî, du kes di pevçûnên ku li hin deverên bakurê rojhilata Sûriyê li ser biryara rêvebiriya kurdî ya zêdekirina bihayên sotemeniyê jiyana xwe jidest dabûn. Lê Rêveberiyê jiber nerazbûnan biryar betal kirbû.

XS
SM
MD
LG