Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê HSD: Sê Çarêkên Minbicê Hatine Rizgarkirin


Street fighting in Manbij

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov ya ku, bingeha wê ya sereke li Brîtnaiya dimîne, roja sêşemê da zanîn ku, şerên dijwar li bajarê Minbicê di navbera hêzên Sûriya demokrat yên ku, ji aliyê Amerîka de tên piştevanî kirin û çekdarên DAIŞê de diqewim in.

Minbic weke riya sereke ya alîkariyên dewleta Îslamî (DAIŞ)ê tê hesabkirin, çek û pêwîstiyên şer ji sînorên Tirkiyê digehin bajarê Reqqa yê ku, weke paytexta DAIŞê tê naskirin.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD-QSD) roja sêşemê da zanîn ku, hêzên wan sêçarkên ( ¾ ) bajarê Minbicê rizgarkirine, gelek taxên bajar yên li jêr kontrola çekdarên DAIŞê deranîn e.

Herwiha peyvdarê HSD dibêje, 40,000 heta 50,000 xelkê sivîl ji bajarê Minbic hatine rizgarkirin, ew gihane herêmên li jêr kontrola hêzên Sûriya Demokrta.

Eger Minbic ji aliyê hêzên Sûriya demokrat de bihê rizgarkirin, ev dê bibe mezintirîn derbeya jinavbirina DAIŞê li Sûriyê piştî girtina bajarê Palmêra (Tedmor) yê Dîrokî ji aliyê hêzên artêşa Sûrî de li meha Adara borî û derxistina bajêr ji destên çekdarên DAIŞê.

Nêzîkî sê mehane hêzên Sûriya Demokrat û meclisa leşkerî ya Minbicê dest bi operasyonên rizgarkirina bajaêrê Minbic kir bûn.

Şerê Kolan bi Kolan li Nava Bajarê Minbicê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:06 0:00

XS
SM
MD
LG