Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tê Ragihandin ku DAIŞ'ê li Minbicê bi Dehan Sîvîl Kuştine


Piştî pêşketinên ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bajarê Minbicê bi dest xist, taxeke tenê di dest çekdarên DAIŞ'ê de maye.

Di wê taxê de DAIŞ bi sedan sîvîl dîl girtin, dora wan mayin kirin û ew wek mertal xebitandin ku pêşketina şervanan bisekînîne.

Şervanên encumana leşkerî dibêjin ku dema em hewil didin wan rizgar bikin, DAIŞ gefan dike ku ewê avahîyan tevî sîvîlan bipeqînin.

Berî çend demijmêran çekdarên DAIŞ'ê bombe di nav wan sîvîlan dîlgirtî de peqandin û jimareke ji wan kuştin û bîrîndar kirin.

Hinek ji wan sîvîlên birîndar ku gîheştin nexweşxana Kobanê dîyar dikin ku kuştî û birîndar li erdê pir in û kes nikare wan veguhêzîne jiber ku DAIŞ êrîş tînin ser wan kesan.

Rêvebirên nexweşxaneya Kobanê radigîhînin ku cihê nexweşan êdî nemaye, loma ew neçar mane ku jimareke mezin ya birîndaran bişînin herêma Cizîrê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

XS
SM
MD
LG