Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firîngeha Minix Kete Destê Hêza Sûrîya Demokratîk


Minnigh Airport
Minnigh Airport

Îro bi awayekî fermî hate ragihandin ku Hêza Sûrîya Demokratîk (QSD) firîngeha Minix ya stratejîk li ser rêya Heleb û Ezazê kontrol kir.

Piştî şerekî dijwar navbera Ceyş el-Suwar û Cebhet el-Nusra, firîngeh ket destê QSD.

Li gor agahîyan şer bi dijwarî hîn berdewam e, û kuştî û birîndar ji her du alîyan hene, lê hejamarê wan ne zelal e.

Tê zanîn ku ji destpêka pêşketina hêza rejîmê bi alîkarîya balafirên Rûsî pêşketinên lez li herêmê diqewimin.

Hêjayî bîrxistinê ye, gelek herêmên wek Çetelzaretê, Malîkîyê, Dêrcemal, Tilrifaat û niha firîngeha Minix û gundê nêzî wê di destê Kurdan de ye.

EM_2_11_16_Minix
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG